Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê û Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî biryar daye ku baca vekirina telefonên gerok ên ku ji derveyî Tirkiyeyê tên, bibe 20 hezar TLyî. Biryar wê sibê bikeve meriyete.
Beriya ku biryara Serokomarî di Rojnameya Fermî de biweşe û fermî bibe, ev bac 6 hezar û 91 TL bû. Bac heta dawiya sala 2022yan 2 hezar û 732 TL bû. Li gorî vê encamê baca IMEIan di 7 mehan de 7,3 qatên xwe zêde bûye.
Li gorî heman biryara Serokomarî, baca nirxê zêdekirî ya ji sedî 18an bûye ji sedî 20, ya ji sedî 8an jî bûye ji sedî 10.
Her weha xercên pasaport û noter û vîdeyan, yên tezkereyên îkametê, destûra karkirinê, vîze, destûrname, diploma û xercên trafîkê jî ji sedî 50 hatiye zêdekirin.
Li gorî nûçeya BBCyê, baca nirxê zêdekirî di bûdceya dewletê de beşeke mezin a dahatan e. Di Rapora Pêkhatinên Budceyê ya Rêvebiriya Navendî ya sala 2022yan a Wezareta Xezîne û Darayî de hatiye diyarkirin ku nêzîkî ji sêyan yekê dahatên bûdceyê baca nirxê zêdekirî ye.
Piştî vê, baca mezaxtina taybet û baca dahatê tên. (EMK/FD)