Fotograf: bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Îstatîstikan a Tirkiyeyê (TUIK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) daneyên xwe yên enflasyonê yên meha Adarê aşkere kirine.
Di navbera daneyên hürdü saziyan de ji 2 qatan zêde ferq heye. Li gorî TUIKê enflasyona mehane ji sedî 2,29 e û ya salane jî ji sedî 50,51. Ji meha Kanûna Pêşiyê heta niha enflasyon ji sedî 12,52 zêde bûye.
Lê li gorî ENAGê enflasyona mehane ji sedî 5,08, ya salane jî ji sedî 112,51 e.
Li gorî daneyên TUIKê di salê de herî zêde bihayên xwaringeh û otelan zêde bûne ku ji sedî 7073 ye. Herî kêm jî bihayên pêlav û cilûbergan zêde bûye ku ji sedî 17,27 e.
Di meha Adarê de jî herî kêm bihayên pêlav û cilûbergan zêde bûye ku -1,92 ye. Digel vê rewşê herî zêde mesrefên perwerdeyê zêde bûne ku ji sedî 6,30 e.
Li gorî ENAGê herî zêde enflasyona pêlav û cilûberg zêdê bûye
Li gorî ENAGê di meha Adarê de herî zêde bihayê pêlav û cilûbergan bilind bûye ku ji sedî 11,62 ye. Piştî wê bihayên xwaringeh û otelan ji sedî 6,94, yên kelûpalên malê ji sedî 6,54 e.
Herî hindik jî yên xizmetguzariya tenduristiyê, veguhasinê û ragihandinê zêde bûne. Di beşa xizmetguzariya tenduristiyê de biha weke xwe mane, di veguhastinê de ji sedi 0,48, di ragihandinê de jî ji sedî 0,79 e.
Li gorî lîsteya ENAGê guherîna hin kelûpelan bi vî rengî ye:
Goştê golikan: Ji sedî 12,93
Goştî mirîşkan: Ji sedî 3,23
Şîr: Ji sedî 3,29
Penîrê kaşar: Ji sedî 5,61
Hêk: Ji sedî 7,27
Pantolon (Ji bo meran): Ji sedî 20,49
Sweatshirt (Ji bo jinan): Ji sedî 21,93
(HA/FD)