Ji bo nûçeya tirkî 1 / 2 bitikîne
Piştî zêdekirina kêmtirîn mûçeyê teqawitbûyan nîqaşên zêdekirina kêmtirîn mûçeyên mehane jî destpê kiribûn.
Daxuyaniya Vedat Bîlgîn, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî ya meha Kanûna Paşiyê dîsa bûye rojev. Bîlgîn gotibû, "Kêmtirîn mûçeya mehane wê neye zêdekirin"
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Bîlgîn ragihandiye ku wê kêmtirîn mûçeyê mehane neyê zêdekirin û gotibû:
"Eger şert û mercên awarte hebin dê were nirxandin."
"Daxuyaniyeke nû nîne"
Di daxuyanîya ku Wezareta Xebat û Ewlehîya Civakî daye de hatiye destnîşankirin ku Wezîr Bîlgîn derbarê kêmtirîn mûçeya mehane de daxuyanîyeke nû nedaye.
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin, "Îro li ser hin malperên înternetê têkildarî kêmtirîn mûçeya mehane hin nûçe hene. Wezîrê me derbarê kêmtirîn mûçeya mehane de daxuyaniyeke nû nedaye. Ev nûçana rastiyê nîşan nadin."
Maeşê teqawitbûyan bûye 7 hezar 500 lîre
Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî aşkere kiribû ku kêmtirîn mûçeyê mehanê yê teqawitbûyan zêde bûye û bûye 7 hezar û 500 lîre. Her weha wê ji meha Nîsanê pê ve mûçeyê nû were razandin û dê 8.8 mîlyon teqawitbûyî jê sûd bigire.
(ME/AY)