Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Navenda Koordînasyona Veguhestinê (UKOME) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) îro civîneke awarte li dar xistiye.
Civîn li Navenda Huner û Pîşandan ya Dr. Mîmar Kadîr Topbaşî ku li Yenîkapiyê ye hatiye lidarxistin.
Di civînê de biryara bihakirina heqê rê hatiye girtin. Ji sedî 29 heqê rêya veguhestina komî û texsiyan hat zêdekirin. Her weha di meha Nîsana 2022an de jî ji sedî 40 bihayê hatûçûnê zêde bûbû.
Bixwîne- Li Stenbolê bihayê çûnûhatinê ji sedî 40 zêde bûye
Li gorî biryarê , bilêta elektronîk ya tam ji 7,67 lîreyan derketiye 9.90 lîreyan. Bilêtê elektronîk ya xwendekaran ji 3.74 lîreyan derketiye 4.83 lîreyan.
Her weha heqê texsiyan ê siwarbûn-peyabûnê jî ji 28 lîreyan derketiye 40 lîreyan. Serê kîlometreya texsiyan ji 6,30 lîreyan derketiye 8,51 lîreyî.(HA/AY)