Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Stenbolê bihayê avê ji sedî 25 zêde bûye.
Lijneya Giştî ya Asayî ya ISKIyê di Meclîsa Şaredariya Mezin a Stenbolê pêk hatiye.
ISKIyê pêşniyar kiriye ku bihayê avê ji sedî 35 zêde bibe lê pêşniyara ISKIyê nehatiye qebûlkirin.
Hîdayet Erdolê mafê axaftinê girtiye û pêşniyara ISKIyê revîze kiriye û xwestiye bihayê avê ji sedî 25 zêde bibe.
Pêşniyara Erdolê di meclîsê de bi yekdengiyê qebûl bûye. Li gorî vê bihayê avê ji sedî 25 zêde bûye û wê di 1ê Kanûna Pêşiyê pê ve li fatûreyên avê zêde bibe.
Her weha bihayê avê li Stenbolê di nava îsal de cara sêyeme tê zêdekirin. Berê di meha Nîsanê de ji sedî 29 û di meha Îlonê de jî ji sedî 40,38 zêde bûbû.(HA/AY)