Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bi hatina meha Çiriya Paşiyê re Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) ku Akademîsyen û ekonomîstan ava kirine û Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên têkildarî meha Çiriya Pêşiyê aşkere kirine.
Li gorî TUIKê enflasyona mehane ji sedî 3,54 e û enflasyona salane jî ji sedî 85,51 e. Li gorî ENAGê jî enflasyona mehane ji sedî 7,18 û ya salane jî ji sedî 185,34 e.
Li gorî daneyên TUIKê di sektora ragihandinê de enflasyone ji sedî 33,48 e. Li gorî heman meha sala par enflasyon hêrî kêm di vê sektorê de bûye. Zêdebûna herî bilind jî bi rêjeya ji sedî 117,15an di sektora veguhestinê de bûye.
Li gor ENAGê enflasyona mehane ji sedî 7,18 zêde bûye. Zêdebûna enflasyona 12 mehan jî bûye ji sedî 185,34. Dema ku komên jêrîn ên TUÎKê wek nîşanker hatin girtin, kêmbûna mehane ya herî bilind ji sedî 1,92 di xaniyan de û zêdebûna herî bilind jî ji sedî 21,50 di kinc û pêlavan de pêk hatiye.
Rêjeya enflasyonê li cîhanê
Tirkiye di cîhanê de welatê şeşemîn e ku enflasyona herî zêde lê heye. Ji derveyî Tirkiyeyê tenê Venezuela (ji sedî 114), Sûdan (ji sedî 117), Sûriye (ji sedî 139), Lubnan (162) û Zîmbabwe (ji sedî 269) enflasyon bilind in.
Di nava Welatên G20an de enflasyona herî zêde li Tirkiyeyê ye. Rêjeya enflayona li welatên G20an weha ye:
Çin Japonya İsviçre Erebîstana Siûdî Kore Başûr Endonezya Fransa Kanada Brezilya Avustralya ispanya Hindistan Singapur Afrika Başûr Amerika Meksika Ingilistan Almanya Herêm Euro İtalya Rûsya Hollanda Arjantin Tirkiye | Ji sedî 2.8 Ji sedî 3 Ji sedî 3 Ji sedî 3.1 Ji sedî 5.7 Ji sedî 5.71 Ji sedî 6.2 Ji sedî 6,9 Ji sedî 7.17 Ji sedî 7.3 Ji sedî 7.3 Ji sedî 7.41 Ji sedî 7.5 Ji sedî 7.5 Ji sedî 8.2 Ji sedî 8.7 Ji sedî 10.1 Ji sedî 10.4 Ji sedî 10.7 Ji sedî 11.9 Ji sedî 13.7 Ji sedî 14.5 Ji sedî 83 Ji sedî 85.51 |
(HA/AY)