Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya Nû ya Dema Navîn (OVP) ku nexşerêya qonaxa 2023-2025 a aboriya Tirkiyeyê ye, di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
Li gorî bernameyê hedefa mezinbûnê ya 2023an ji sedî 5, hedefa mezinbûnê ya 2024 û 2025an jî weke ji sedî 5,5 hatiye diyarkirin. Armanc ewe ku dahata serê her kesî heya dawiya salê bibe 9,485 dolar. Her weha armanc ewe ku ev reqem di sala 2023an de bibe 10 hezar û 71 dolar, di sala 2024an de 10 hezar û 931, di sala 2025an de jî bibe 12 hezar û 91 dolar.
Hedefa enflasyonê ya sala 2022an bûye ji sedî 65. Hatiye pêşbînîkirin ku hedefa enflasyonê di sala 2023an de ji sedî 24,9, di sala 2024an de ji sedî 13,8 û di sala 2025an de jî ji sedî 9,9 e.
Ji bo bêkariyê di sala 2022an de armanc ji sedî 10,8 e, di sala 2023an de ji sedî 10,4, di 2024an de ji sedî 9,9 û di 2025an de ji sedî 9,6 e.(RT/AY)