Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
BOTAŞê têkildarî belavkirina gaza xwezayî ya bihabûyî daxuyanî daye û gotiye, “Heta îro dewleta me ji sedî 76 piştgirî daye xercekarên me. Ji bo malan di nava welatên Ewropayê de bi bihayê herî kêm gaza xwezayî li welatê me tê bikaranîn.”
Her weha BOTAŞê aşkere kiriye ku wê ji 1ê Nîsana 2022an pê ve buhayê gaza xwezayî bi awayê zêdekirî weha be:
- Ji bo hilberîna ceyranê bihayê firotina gaza xwezayî ji sedî 44,30,
- Ji bo pîşesaziyê bihayê firotina gaza xwezayî ji sedî 50,
- Ji bo malan bihayê firotina gaza xwezayî ji sedî 35 zêde bûye.
(AEK/AY)