Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Parlamenterên HDPê û CHPê îro cûda bi cûda ji bo sotemeniyê pêşniyazname dane meclîsê.
Komîsyona Aboriyê ya HDPê di pêşniyaznameyê de xwestiye ku baca ku ji sotemeniyê tê girtin were rakirin. Her weha Mûrat Bakan, Parlamenterê Îzmîrê yê CHPê jî xwestiye ku ji sotemeniya ku di wesayîtên veguhastina civakî de tê bikaranîn bac neyê stendin.
Parlamenterên HDPyê Garo Paylan, Necdet Îpekyüz, Erol Katrcıoglu û Serpîl Kemalbay sedema pêşniyarnameya navborî weha bilêv kirine:
“Bilindbûnên bihayên zêde yên benzînê û mazotê milê hemwelatiyên me şikestiye. Hikûmet, şerê Rûsya û Ûkraynayê ji xwe re dike hêcet û hema bêje her roj buhayê sotemeniyê bilind dike. Di vê dema ku petrol di nava 6 mehên dawî de li bazarên global bi qasî ji sedî 60 bilind bûye, di vê serdemê de benzîn ji sedî 160, mazot jî ji sedî 220 zêde bûye.”
“Em weke Komîsyona Aboriyê ya HDPê bi pêşniyaznameya ku me amade kiriye , em pêşniyar dikin ku KDV û OTVê li ser sotemeniyê were rakirin. Bi vî rengî wê buhayê mazot û benzînê bi qasî 6 TLyî kêm bibe.”
CHPê ji bo veguhestina cemawerî pêşniyazname daye
Mûrat Bakan, Parlamenterê Îzmîrê yê CHPê jî xwestiye ku ji sotemeniya ku di wesayîtên veguhastina civakî de tê bikaranîn bac neyê stendin.
Îro ji her benzin û motorînê ji sedî 24 bac (OTV + KDV) distîne. Xerzekar ji bo benzîna bi 20,35 TLyî, 5,63 TL bacê dide.
(HA/AY)