Ji bo nûçeya tirkî 1 / 2 / ingilîzî (1) (2) bitikîne
Li gorî daneyên ku Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) aşkere kiriye enflasyon di meha Kanûna Pêşiyê de ji sedî 13,58 zêde bûye. Bi vê zêdebûnê re salane bûye 36,08. Li gorî daneyên Koma Lêkolînê ya Enflasyonê(ENAG) jî enflasyon di meha Kanûna Pêşiyê de ji sedî 19,35 zêde bûye û salane gihaştiye ji sedî 82,81an.
Di Kanûna Pêşiyê a 2021î da Endeksa Bihayê Xêrîdaran (TUFE) mehane ji sedî 13,58, Endeksa Bihayê Hilberîneran a Nav Welêt (YÎ-UFE) jî ji sedî 19,08 zêde bû. Enflasyona salane di bihayê xêrîdaran da derkete ji sedî 36,08, di bihayê hilberîneran a nav welêt da jî derkete ji sedî 79,89an.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK), ji Kanûna Pêşiyê a 2021î pê va dema li 12 meh bên nirhandin tê dîtin ku bihayê xêrîdaran ji sedî 19,6, bihayê hilberîneran a nav welêt ji sedî 43,86 zêde bûye.
Di nav mehê da jî TUFE ji sedî 13,58, YÎ-UFE ji sedî 19,08 zêde bûye.
TUFE di heman mehê de li gor heman mehê ya par ji sedî3 6,08, YÎ-UFE jî ji sedî 79,89 zêde bûye.
Li gorî daneyên Koma Lêkolînê ya Enflasyonê(ENAG) jî enflasyon di meha Kanûna Pêşiyê de ji sedî 19,35 zêde bûye û salane gihaştiye ji sedî 82,81an.(HA/AY)