Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Zûlfû Livanelîyê ku ji sala 1996ê ve Qasidê Nîyeta Qenc, yê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê(UNESCO) bû, dest ji karê xwe berda.
Federico Mayorî li sala 1996 ji bo ‘’ alîkariya aştiya dinyayê ya bi xebatên mûzîk û edebiyatê’’ ev erk dabû wî.
Lîvanelîyî daxwaza destjikarberdanê ji koordînatora UNESCOyê, İrina Bokovayê re rêkiriye. Lîvanelîyî gotiye karê UNESCOyê navneteweyî û di navbera hikumetên welatan de ye lê hatiye asteka welê ku nikare rexneyan li hikûmetan bike.
Lîvanelîyî eşkere kir ku mafên mirovan têne binpêkirin, derb li azadiya ramanî û azadiya medyayê hatiye dayin.
Sûr tê tinekirin
Lîvanelîyî diyar kir li dema ku xezîneyên dîrokê yên li Sûrê têne tinekirin, çêkirina civînên ji bo mirovatiya dinyayê du-rûtî ye û ji wê pê ve ne tişteka dî ye.
Di lîsteya wan kesên kasidên UNESCOyê yên nîyeta qenc de, navên Forest Whitaker, Jean Michel Jarre, Pierre Cardin, Mihriban Aliyeva, Christian Amanpour, Herbie Hanckok, Grand Düşes Maria Theresa, Monaco Prensesi Caroline û Claudia Cardinale jî hene. (NV/MB)