Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sosyolog Slavoj Zizekî duh bi navê “Gelo di roja me de demokrasî hîn tercîheke?” li Zanîngeha Kobaniyê dersek daye. Zanîngeha Kobaniyê di sala 2017an de vebûbû.
Dersa online duh li gorî saeta Rojavayê saet di 20.00ê de destpê kiriye û li ser hesabên medyaya civakî yên zanîngehê weşandine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyyaê Zizekî di dersê de wiha gotiye:
“Kurdan bi civakeke entelektuel re utopyayek ava kirine ku di pratîkê de heye û ne tenê bûn sembola berxwedanê her weha bûn ya avakirina sîstemek nû jî.
“Ji bilî hin îstisnayên weke we kurdan mirovahî her diçe bêhtir parçe dibe û êdî demokrasiya lîberal jî nîne. Wezîfeya şoreşekê ne tenê nûnertiya mirovan e, di heman demê de divê ferq bike bê ka mirov çi dixwazin.
“Li şûna em hewl bidin tiştê li vir baştir kar bike, divê em kar bikin ku cîhaneke baştir ava bikin. Îdeolojî ne sîstemeke nirxan a razbet e. Îdeolojî di nava pratîkên we yên rojane de hatiye bicihkirin. Çawa ku em dizewicin, çawa ku em dixwin, çawa ku em hez dikin, ev îdeolojî ye.
“Ji bo demokrasiya lîberal peymaneke civakî ya bingehîn hewce dike. Weke ku Hegelî nîşan daye, tiştekî diyar, kevneşopiyên rojane. Tiştê ku civakê bi hev ve girêdede ev e. Rêzik, lê rêzikên nenivîskî. Tişta ku îro ji ber hev dikeve aha ev e û tişta ku dibe sedema krîzan jî ev e.
“Dema amerikiyan terka we kir, gelo tê bîra we antî-emperyalîstan we ji ber xebata bi amerîkaniyan re tawanbar kir? Ev dereweke bingehîn e ku di rewşa we de berbiçav bûye. Rastiyeke bingehîn, nayê wê wateyê ku divê herkes ji bo vê xwe feda bike.
“Dersa bingehîn a Marksîzmê ya ku we kurdan berbiçav kir ev bû: Li welatekî ku zilm lê hebe rastî ne bêalî ye. Hûn dikarin rastiyê bi tenê li gorî sekna kesên herî radîkal, yên herî bindest formule bikin.
“Demokrasî divê bi awayekî radîkal û ji nû ve were sazkirin. Em ê vê ji we hîn bibin. Divê em careke din bifikirin bê ka qesta we ya ji demokrasiyê çi ye.” (DŞ/FD)