Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ziya Ataman 10ê Nîsana 2016ê hatibû desteserkirin, 11ê Nîsana 2016ê bi îdiaya ku ew “endamê rêxistinê” ye hatibû girtin. Ataman ji wê rojê ve di girtîgehê de ye.
ataman ji roja hatî girtin heta niho beşdarî 8 rûniştinên dadkirinê bûye. Dadger û dozgerên ku Ataman dad dikirin bi sûcê “endamîya Rêxistina Terorî ya Fethullahgir (FETO)” ji karê xwe hatine avêtin.
Li gor qanûnan bersûcên ku li dadgehên ceayên giran têne dadkirin, herî zêde dikarin du salan di girtîgehê de bimînin. Lê belê Ataman ji wê demê zêdetir di girtîgehê de maye.
Ataman li Girtîgeha Wanê girtî ye. Rûniştina dadkirina Atamanî ya 9. dê 24ê Îlonê li Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê be.
Selman Keleşî li malpera change.orgê kampanyayeka bi navê “Hasta tutuklu gazeteci Ziya Ataman'a özgürlük”(Bila rojnamegerê girtî, Ziya Ataman Azad be.” daye dest pê kirin.
(HA/MB)