Nivîskar, zimanzan û wergêrê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan, li bajarê Uppsalayê yê Swêdê ku 45 sal in lê sirgûn bû, koça dawî kir.
Mehmet Emîn Bozarslan bi xebatên xwe yên li ser alfabeya Kurdî, ferheng û gelek wergerên xwe, ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî kedekî mezin da û li pey xwe zêdetirî 50 berhem hişt.
Agahiya wefata Mehmet Emîn Bozarslan, li ser navê malbatê ji aliyê Aycan Şermîn Bozarslanê ve hat ragihandin.
Aycan Şermînê da zanîn ku li gorî wesiyeta bavê wê, merasîma binaxkirinê dê tenê bi amadebûna endamên malbatê were lidarxistin.
Her wiha hat ragihandin ku merasîma sersaxiyê (şîn) dê li bajarê Uppsalaya Swêdê bê danîn û bangî li dost û hevalan hat kirin ku dikarin beşdar bibin.
Mehmed Emîn Bozarslan li ser edebiyat û zimanê Kurdî bi dehan pirtûk nivîsandine.
Agahiyên derbarê merasîmê de wiha ne:
Dem: 11ê Sibatê, saet 13:00 – 16:00
Cih: Stabby Prästgård
Navnîşan: Staby backe 1, Uppsala
Mehmer Emîn Bozarslan kî ye?
Mehmet Emîn Bozarslan di sala 1934’an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû û li medreseyê perwerde bû. Bozarslan bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsandinê û zimanê Tirkî bû, ji derve ket ezmûnan û di sala 1956’an de bû muftî. Lêbelê ji ber berhemên xwe yên rexneyî, du caran ji wezîfeya muftitiyê hat dûrxistin.
Bozarslan di sala 1968’an de bi berhema xwe ya bi navê “Alfabê” weşand . Lêbelê ev berhem roja ku hat weşandin hat komkirin û Bozarslan bi îdaiya “cudakariyê” hat girtin. Bozarslan ê ku piştî muxtira leşkerî ya 12’yê Adara 1971’ê dîsa hat girtin, heta sala 1974’an di girtîgehê de hate ragirtin. Di sala 1979’an de jî li Swêdê bi cih bû.
Mehmet Emîn Bozarslan di salên sirgûnê de Weşanxaneya Deng damezirand, bi rêya weşanxaneyê tîpguheziya berhemên klasik ên wêjeya Kurdî bo tîpên Latînî kir û weşand.
Berhemên wî
* Alfabê (1968): Alfabeya yekem a Kurdî ye ku li Tirkiyeyê bi tîpên Latînî hatiye çapkirin.
* Ferhenga Kurdî –Tirkî (1978): Di vê babetê de yek ji çavkaniyên herî berfireh e.
* Lêkolînên Siyasî û Sosyolojîk
* Doğu’nun Sorunları (Pirsgirêkên Rojhilat - 1966)
* İslamiyet Açısından Şeyhlik–Ağalık (Ji Aliyê Îslamiyetê ve Şêxtî û Axatî - 1964)
* Hilafet ve Ümmetçilik Sorunu (Pirsgirêka Xîlafet û Ummetperestiyê - 1967).
* Werger û Edîtoriya Berhemên Klasîk (Veguhastina Tîpên Latînî)
* Mem û Zîn: Wergera berhema klasîk a Ehmedê Xanî bo Tirkî. (1968).
* Şerefname: Wergera berhema Şerefxanê Bedlîsî ya li ser dîroka Kurdan.
* Kovara Jîn û Rojnameya Kurdistanê ku weşanên Kurdî yên ewil in, ji alfabeya Erebî bo ya Latînî veguhastiye û wekî pênc berg çap kiriye.
* Dîroka Kurdên Merwanî ya Îbnuk Ezreq, wergera ji Erebî.
* Wêjeya Zarokan û Folklora Kurdî (Çîrok û Methelok)
* Meyro, Mîr Zoro, Gurê Bilûrvan, Kêz Xatûn, Pepûk.
* Melayê Meşhûr: Berhevkirina methelokên Kurdî.
* Kemal Paşa Weledê Kê Ye?: Hîcwa siyasî û mesel.
(AY)
