Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duhî di roja Roja Zimanê Dayikê de, wekîlan li parlamentoya Tirkiyeyê bi zimanê xwe yê dayikê ew roj pîroz kir. Li ser zebitnameyan ew axiftin wek “x” hatiye nîşandan. Herweha hatiye diyarkirin ku “li vê beşê ew kesê/a axivî bi gotinên ne bi Tirkî axiviye.”
Hin wekîlên AKP û MHPyê di dema pîrozkirina bi zimanê dayikê gotine:
“Em fêm nakin.” “Qey ev de Neteweyên Yekbûyî ye wîî!” “Dibe ku heqaretê li me dike.”
Wekîlên ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Meral Daniş Beştaş, Mahmut Togrul û Fatma Kurtalanê bi zimanê kurdî, wekîlê CHPyê(Partiya Komarî ya Gelî) Mehmet Bekaroglu jî bi Lazî axiviye.
Hûnd dikarin hemiya zebitnameyê li bi vê dûvelankê bibînin.
(AS/MB)