Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Polîsan di saetên sibê de bi ser mala Zeynep Dûrgût, nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê de girtiye û ew desteserkirin e. Mala Dûrgûtê li Cizîra Şirnexê ye.
Hatiye diyarkirin ku Dûrgûtê di çarçoveya lêpirsînekî Serdozgeriya Komarî ya Şirnexê de desteserkirin e. Derbarê desteserkirina Dûrgûtê de heta niha ti daxûyanî nehatiye dayîn.
Dûrgût birine Rêvebiriya Emnîyeta Şirnexê. Di serdegirtina mala Dûrgûtê de polîsan dest danîne ser melzemeyên teknîkî yên wê.
Zeynep Tûrgût yek ji wan rojnamegeran bû ku li Wanê avêtina Osman Şiban û Servet Tûrgût ji helîkopîterê kiribûn nûçe û hatibû darizandin.(HA/AY)