Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lift Content Factory xwedana Campaign, Autocar, FourFourTwo, Stuff û Junior by Campaignê ye û wê Zete jî kir yek ji malperên xwe. Li gor daxuyanîya di malperê de hatî belavkirin xebatkar û awayê weşana Zeteyê dê neyê guhertin.
Li daxuyanîyê weha hatiye nivîsîn.
‘’Mala hemî xwenkarên piştgiriya me kirîn û dîyar kirîn ew ji ber sekinîna weşana me xemgîn in, ava be. Ew her hebin ku wan li vê dema qirêjgirtina medyayê girtina Zeteyê wek jidestçûna mafê standina agahiyan dît.’’
Çêkera Zeteyê, Nurcan Akadê li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsîye ku: ‘’ Min digot qey li Tirkiyeyê ti sazî peyda nabin ku ji bo dewamkirina weşaneka serbixwe, xwe bide ber barî. Heta ku ez ji vê yekê piştrast jî bûm... Lê ez bi şanazîyê pê hesiyam ku ez xelet im..’’
Li sala 2011ê Zeteyê dest bi weşana li ser tabletan kir û li sala 2013ê Zeteyê dest bi weşana li ser kompîteran jî kir.
Zeteyê her dîsa hin kovarên dîjîtal yên Latte, Zetemag, Saglik, Çevre, Univerzete û Haftasonûyê jî li heman malperê diweşand. (EA/MB)
GERİ DÖNDÜKhttps://t.co/6P5MPsJ866 pic.twitter.com/FunzLNc3cO
— zete (@zetegazete) June 6, 2016