Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî erdhejên 6ê Sibatê gelek avahiyên kevnar ên li herêma erdhejê xesar dîtine.
Di nav avahiyên hilweşandî ango zirar lê ketine de mizgeft, dêr û sinagog jî hene ku mînakên berçav ên jiyana bi hev re ne.
Piraniya avahiyên olî yên ku li 11 bajarên ji ber erdhejê zirar dîtine û hilweşiyane, li Hatayê û bi taybetî jî li herêma ku weke "Antakyaya Kevin" tê binavkirin, cih digirin.
Fadî Hûrigil, Serokê Lijneya Reveberiya Weqfa Dêra Ortodoks a Rûman a Ezîz Petrûs û Pawlos ku li navçeya navendiya Antakyaya Hatayê ye derbarê dêr û avahiyên dîrokî yên li Hatayê yên hatine rûxandin de peyawek belav kiriye û wiha gotiye:
"Antakya bajarekê ye heta roja îro ku yan ji ber erdhejê yan jî ji ber êrîşan hatiye wêrankirin e. Lê mixabin Dêra me ya Rûm a Ortodoks a Ezîz Petrûs û Pawlos ku yek ji 10 dêrên herî xweşik û bi heybet ên welatê me ye, careke din hilweşiya."
"Dibêjin dîrok xwe dubare dike, xwezî xwe dubare nekira. Dîrok careke din ji nav çû. Avahiya parlamentoyê ya dîrokî, mizgeftên dîrokî, bazarên dîrokî, xaniyên kevn ên Antakyayê. Antakya ne bajarekî ji rêzê bû. Niha zeng ket, azan rawestiya, xemgînî di bin kavilan de ye."
Dêra din a bi navê Dêra Ortodoks a Rûman a Ezîz Georgios jî di erdhejê de xisareke mezin dît.
Li Kolana Sarilar piştî erdhejê hin beşên banê avahiya dîrokî ya ku di sala 1364an de hatiye çêkirin hilweşiya, hin beşên qubê û dîwarên wê hilweşiyan. Di dîwaran de derzên kûr pêk hatiye.
Wêne: AA
Hatay
Mizgefta Sarimiyeyê
Endamê damezrîner û nivîskarê "Nehna Biz"ê Ferît Yuhanna Tekbaş diyar kir ku dêr û mizgeftên wêrankirî wek îbadetxaneyên "bawermendan" û berhemên dîrokî yên ku bi şûn ve nayên anîn bi nav kir.
Avahiyên ku li Kolana Sînagoga Antakyayê lê ye hema beje hemû hilweşiya ye. Xisar li Sînagogê jî ketiye.
Di erdhejên 6ê Sibatê de Mizgefta Sarimiye ya Hatayê tevî Dêra Katolîk a Tirkan a li kêleka wê ye bi temamî hilweşiya. Dêra Protestan a Antakyayê jî yek ji wan avahiyan e ku bi temamî hilweşiya ye.
Wêne: AA
Mizgeft û dêrên herî kevn hatin hilweşandin
Mizgefta Sarî Selîm a ku di sala 1574an de ji aliyê Mîmar Sînan ve hatiye çêkirin û Mizgefta Habîb-î Neccar ku mizgefta herî kevn a Anatolyayê ye û tê texmînkirin di salên 600î de hatiye çêkirin jî di nava avahiyên xisardar de ne.
Dêra Ortodoks a Rûman a Ezîz Petrûs û Pawlos a Antakyayê ku piştî ya Qudisê îbadetxaneya herî kevin a Xiristiyanan e û Dêra Ortodoks a Rûman a Arsuz Mar Yuhanna ya sêyemîn dêra herî kevn a Hatayê zirareke mezin dîtine.
Wêne: arkeofilli
Li Dêra Surp Asdvadzadzin a Ermeniyan a li Vakifliya ku yekane gundê Ermeniyan e li Tirkiyeyê tenê xisareke biçûk heye. Ji bo Dêra Ortodoks a Rûman a Meryem Anaya li Altinozûya ku ji bo Nasraniyan xwedî girîngiyeke mezin bû, ji ber zirara ku dîtibû, biryara wê ya hilweşandinê dayîne.
Wêne: Nenha
Dêra Ermeniyan a Surp Krikor Lusavoric a Kirikhanê
Dêra Ermeniyan a Surp Krikor Lusavoriç a Kirikhanê ku di salên 1830an de hatiye çêkirin û 15 sal in kes naçe bo perestinê, herî dawî di sala 1977an de hatiye nûjenkirin û di rewşeke îhmalkirinê de ma. Dêra Katolîk a Suryaniyan a Îskenderûnê Li aliyê din dêra ku di sala 1954'an de piştî kêmbûna nifûsa Suryaniyan weke sînema dest pê kir, di sala 2010'an de careke din veguherî cihê îbadetê.
Wêne: Agos
Mizgeft û medrese
Bi erdhejê re stûnên kevirî yên hevsengiyê yên ku ji bo tespîtkirina zirarên erdhejê li avahiyan hatin zêdekirin dîsa bûn rojev. Stûnên hevsengiyê yên Mizgefta Îzzet Paşa ya ku li Elezîzê ji sê erdhejan xilas bû di her sê erdhejan da jî zirar nedît. Bi heman şêweyî Medreseya Mesudiye û stûnên hevsengiyê yên li navçeya Sûra Amedê saxlem man.
Mizgefta Teze ya ku wek yek ji avahiyên sembolîk ên Meletiyê tê zanîn di erdhejê de hilweşiya. Li Osmaniyeyê ji 267 mizgeftan Mizgefta Envar-ul Hemîd jî di nav de 115 mizgeft hilweşiyan. Minareyên Mizgefta Uluyê ya ku li Rihayê li cihê dêra kevin hatiye çêkirin û dîroka avakirina wê nayê diyarkirin û Mizgefta Dergahê ya ku di sala 1523an da veguherî mizgeftê di erdhejê da zirar dîtine.
Wêne: AA
Semsûr
Di nav avahiyên ku li Semsûrê hatine rûxandin de Mizgefta Ulu a sedsala 14emîn jî heye. Mizgeft di sala 1893an de di erdheja Meletiyê de xera bûye û ji nû ve hatiye avakirin. Li Dêra Mor Petrus û Mor Paul a Suryanî ya ku yekane dêra vekirî û çalak a Semsûrê ye xisar çêbûye.
Wêne: gzt.com
Dîlok
Di nav avahiyên ku ji ber erdhejê li Dîlokê zirar dîtin de Mizgefta Kurtuluş jî heye ku berê wek dêr dihat bikaranîn. Dîroknas Murad Uçaner dibêje ku sedema hilweşîna mizgeftê teknîkên çewt ên restorasyonê yên di dema veguhertinê de hatine kirin e.
Wêne: AA
Dîwarên Kela Dîlokê ku tê texmînkirin dîroka wê vedigere 6 hezar sal berê jî hilweşiyane.
Eşkere ye ku restorasyon û ji nûjenkirina avahiyên kevnar pêvajoyek dirêj û dijwar e.(NK/TY/AY)