Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger û wênesaz Zehra Doganê di 10em salvegera mirina wê de wêneyên Ceylan Onkolê li ser dîwarên Londonê xêz kiriye.
Ceylan Onkol, di 28ê Îlona 2009ê de li gundikê Xambazê yê bi ser gundê Sipêniya Liceyê ve girêdayî, dema bizinên xwe diçêrand bi teqemeniyekî miribû. Ceylan Onkol dema mir, 14 salî bû.
Cesedê wê şeş saetan li cihê bûyerê, hatibû hiştin û dozger bi sedema “ewlehiya canî” piştî teqînê bi sê rojan çûbû cihê teqînê.
“Ji bo hemû zarokên ku hatine qetilkirin…”
Doganê di 10em salvegera mirina Onkolê de xêz kiriye û ev bi vîdeoyekê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî par ve kiriye. Doganê wiha gotiye: “Ji bo wan zarokên ku di encama guleya hawanê de hatine qetilkirin.”
Katledilişinin 10. yılında Ceylan Önkol Londra sokaklarındahttps://t.co/KPDLHbVoYV
— Zehra Doğan (@zehradoganjinha) October 5, 2019
(EMK/FD)