Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Rûsyayê Ûkrayna dagir kiriye, li Rûsyayê zext û zorên li ser rojnamegerên rûsî jî zêdetir bûne. Gelek rojnamegeran ji ber vê rewşê terka welatê xwe kiriye. Li gorî zanyariyan heta niha 150 rojnameger ji Rûsyayê, çûne welatên din.
Beriya niha bi çar rojan (di 4ê Adarê de) Parlamentoya Rûsyayê qanûnek qebûl kir ku li gorî vê qanûnê 'belavkirina nûçeyên wê sûc e', kesên nûçeyên artêşê bêgiram dikin û banga cezakirina Rûsyayê dikin diweşînin, wê heta 15 salan bi cezayê girtîgehê werin cezakirin. Piştî vê qanûnê, gelek rojnameger ji welêt derketine.
Erol Onderoglû, Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas ê li Tirkiyeyê (RSF) diyar kir ku piraniya rojnamegerên ji Rûsyayê derketine, di saziyên serbixwe de kar dikin. Li gorî zanyariya ku Onderoglûyî da, heta niha 15 rojnamegerên rûsî hatine Tirkiyeyê.
Navê rojnamegeran ji ber ewlehiyê nayên weşandin. Li gorî heman zanyariyan tevahiya rojnamegerên li navenda nûzeyan a Meduzayê kar dikin (nêzîkî 20 kes) ji Rûsyayê çûne.
Dîsa tê gotin ku ji TV Rainê Tikhon Dzyako jî terka Rûsyayê kiriye.TV Rain mezintirîn kanala mixalif a Rûsyayê ye.
Onderoglûyî bi bianetê re axivî û wiha got: “Rûsyayê salên dirêj sansurê li rojnamegeran ferz dike û wan weke 'sîxurên biyanî' penase dike, wan bi vî awayî tacîz dike. Piştî dagirkirina Ûkraynayê medyaya Rojavayî girt û li medyaya netewî ferz dike ku bê wê içi binivîsin. Vê rewşê ti rê li ber rojnamegeran nehişt ji bilî terka wan a ji welêt." (HA/FD)