Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
40. Maratona Vodafoneyê ya Bezê roja Yekşemê hatiye pêkanîn. Zêdetrî 150 hezaran kes beziyane. Du bezayên ji Kenyayê; ji mêran Felix Kimutai û ji jinan Ruth Chepngetich bûne yekem.
Polîsan di navbera siet 04.00 û 14:30ê de rê girtine.
Li ser navê Amadekarên 40. Maratona Vodafoneyê ya Bezê, Colman Deeganî gotiye:
“Îsal zêdetirî 150 hezar kesan beşdarî bezê bûne...Em îsal ji bo saxlemiyê beziyan.”
Felix Kimutai bi bezê di 2 siet û 9 deqîqe û 57 saniyeyan de, rêya 42 kîlometre û 195 metre xelas kiriye û bûye yê yekem.
Ji bo bezê rêyên Stenbolê hatine girtin.
Beza Stenbolê
Sala 1973yê Rojnameya Tercumanê beza ji aliyê Anadolûyê heta Aliyê Ewropayê pêşniyar kiriye. Sala 1979ê komeka tûrîstên Alman cara pêşiê beziyane. Ji wê demê ve her sal bernameya bezê tê pêkanîn.
(AS/MB)
Wêne: AA