Fotograf: Evrim Kepenek / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li dijî betalkirina Peymana Stenbolê, doz hatibû vekirin û danişîna vê dozê roja 28ê Nîsanê li Enqereyê, li Desteya Dewletê pêk were. Wê ji hezarî zêdetir parêzer beşdarî danişînê bibin û aliyên dozê wê gotinên xwe bibêjin.
Di vê rojê de wê ji bo jinan û lûbûnyayan biryareke girîng derkeve. EŞÎK- Platforma ji bo Jinan Wekhevî, ji bo vê rojê plansaziyeke taybet çêkiriye. Ji 73 baroyan zêdetirî hezar jin li ser banga EŞÎKê, wê 28ê Nîsanê, roja Pêncşemê li Enqereyê, Peymana Stenbolê biparêzin.
"Berpirsiyariya her kesî heye"
EŞÎKê daxuyaniyek weşandiye û tê de gotiye:
"Ji 1ê Tebaxa 2020an û heta îro, ango ji roja ku Platforma EŞÎKê ava bûye heta îro di her qonaxa têkoşîna em didin de me got; bi betalkirina Peymana Stenbolê re ji cîhanê re radigihînin ku wan dest ji rêgeza wekheviyê ya di Destûra Bingehîn de, qanûnên din ên ji bo tundkariyê asteng bikin û kesên tundkarî li wan bûye biparêzin hatine amadekirin, berdaye û dewletê bicihkirina polîtîkaya wekheviya jin û mêran û bergiriya tundkariya li jinan terk kiriye.
"Bi biryara kesekî ji peymaneke navnetewî derketine ku li TBMMyê ev peyman bi qanûnê hatiye qebûlkirin, girîngiya betalkirina vê peymanê ji girîngiya Peymanê bi xwe zêdetir e.
"Ev biryar tê wê wateyê ku dikarin hemû belgeyên mafên mirovan ên bingehîn ên Tirkiye jî ew pejirandine û yên Peymanê ji xwe re kiriye referans, betal bikin. Ji ber vê sedemê ye ku parastina Peymana Stenbolê ne tenê berpirsiyariya jinan e, hemû kesên li welatekî daxwaza jiyaneke adil û mirovane dikin jê berpirsiyar in.
"Em bang li hemû rêxistinên jin û LGBTI+an, baroyan, rêxistinên ked û pîşeyî û partiyên siyasî; wan hemû kesan dikin ku jiyaneke wekhev û tundkarî tê de nîne, dixwazin." (EMK/FD)