Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Di doza ku ji nû ve Alî Kaya û Ozcen Îldenîz ên leşker û îtîrafker Veysel Ateş dad dibûn de beraet kirine. Serbaz Alî Kaya û Ozcen Îldenîz û îtîrafker Veysel Ateş ku li Şemzînana Colemêrgê li dijî Pirtûkxaneya Ûmûtê êrişa bombeyi pêkanîbûn û li cihê bûyerê hatibûn zeftkirin.
Danişîna biryarê ya doza leşkerên bi navê Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş yên ku Pirtûkxaneya Umudê ya Şemzînanê bombe kiribûn, li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hatiye lidarxistin.
Bersûc beşdarî danişînê nebûne. Xwediyê Pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz û gelek parêzer amade bûne. Parlamenterê HDPê Saît Dede, Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan û gelek parêzer û kes piştevaniya Seferî Yilmaz kirin.
Parêzerê bersûcana Yurdakan Yildiz îdia kiriye ku darizandinên tên kirin hemû mîzansen in û xwest bersûc werin beratkirin.
Yilmaz: Me ew li ser sûc girtin
Seferî Yilmazî parastina xwe kiriye û destnîşan kiriye ku dozger di mutalaya xwe de alîgirî kiriye û di kêliya bombekirinê de sê kes li pirtûkxaneyê bûne. Yilmaz daye zanîn ku şandeya pispor dibêje ku kêliya teqînê kes li wir nebûye, lê belê yên birîndar xilas bûne hene û ji ber şideta bombeyê hêj di guhê wî xesar heye. Yilmaz anî ziman ku piştî teqînê wî daye ser Veysel Ateş û 60 metre li pêş xwe li wesayîtek parkkirî girtiye got: “Me van kesan di wesayîtê de li ser sûc girt. Alî Kaya ji bagaja wesayîtê rakir kalaşnîkofê û xwest xelkê gulebaran bike. Lê xelk ji vê re bû asteng. Ev sûcdar li ser kar hatin girtin û radestî dewletê hatin kirin. Tevî ku her tişt şênber e jî lê ji bo bersûcan daxwaza beraetê dide nîşandan ku dozger bi alî tevdigere.”
Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar jî anîye ziman ku ev doz ne dozek hesab dayînê ye û tevî ku sûcdar li ser kar hatine girtin jî lê dîsa tên beraetkirin.
‘Zarokên qenc’ beraetkirin e
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan û parêzerên din daxwaza dema zêde kirine û dadgehê navber daye danişînê. Piştî navberê dadgehê daxwaza zêde ya parêzeran red kiriye û ji bo bersûc Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û Veysel Ateş ku wek “zarokên qenc” tên nasîn, biryara beraetê daye.(HA/AY)