Ebul Îz Îsmaîl Îbnî Rezaz El Cezeriyê gava ewil a sîbernetîkê avêtiye û wek çêkerê robatê ewil tê qebûlkirin. Zarok Zarokên tên navenda zanistê bernameyên robotîkê hîn dibin.
Mîrza Çasimê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, navenda ku bi piştgiriya Qaymeqamtiyê hatiye vekirin, di 9 mehan da ji 15 hezar zarokî ra mazûvanî kiriye.
Nasîna zanistê
Çasim destnîşan kir ku li navendê maketên makîneyên ku El Cezerî çêkirine tên rayêdan û wiha axivî: "Armanca me ew e ku bi zarokan zanistê bidin nasîn û îcadên El Cezeriyê zanyarê li navçeya me mezin bûye bi nifşên nû bidin nasîn."
Çasim diyar kir ku El Cezerî ji Cizîrê ye û wiha pê da çû: "Em xwendekarên li gundan dişînin navenda zanistê. Di nav hefteyê da her roj 15 hîndekar perwerdeya bernameyê didin xwendekarên tên ziyaretê. Li navendê neviyên El Cezerî digihîjin."
“Weke kalikê xwe...”
Zîlan Budakê jî diyar kir ku navend tevkariyeke mezin dide wan û wiha axivî: "Em tetîla xwe li navenda zanistê derbas dikin. Em dixebitin ku ji xwe ra tiştên zanistî hîn bibin. Em gelekî vê derê razî ne. Ji kesên ku ev îmkana dan me ra sipas dikim."
Yahya Emîr Erolê xwendekar destnîşan kir ku ew di heftê da 5 rojan li navendê beşdarî qursan dibe û wiha pê da çû: "Armanca min ew e ku robotên kêrî mirovahiyê werin çêbikim. Dixwazim wekî El Cezeriyê kalikê xwe bibim zanyar."
(MB)
Çavkanî: Haydar Şahin | AA Kurdî