Çavkanî û Foto: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Kutahyayê laşê zarokekî 8 salî li hewdê avê de hatiye dîtin. Di du rojên dawî de li bajarên cida 5 zarok di benda avê de fetisîbûn.
Burak Çakir, rûniştvanê li Muratliyê, gundê Domanîça Kutahyayê bi şev neçûye malê û li ser vê, xizmên wî dest pê kirine û lê geriyane.
Piştî demekê Turan Çakir, bavê Burak Çakirî dîtiye ku pêlavên kurê wî bi ser ava hewdê li bexçeyê nêzîkî mala wî ketiye. Turan Çakir ketiye nava hewdê kurahiya wî metro û nîv e û laşê kurê xwe dîtiye.
Ekîbên 112, Serwîsa Lezgîn hatine gund û ji bo sedema mirina Burak Çakirî cesedê wî birine Saziya Tipa Edlî ya Bûrsayê.
Duh û pêr li Osmaniye, Edene û Mereşê 5 zarok di cihokên avê de fetisîbûn.
Li Osmaniyeyê Saadet Karataş (10), Narîn (15) û Remziye (9), 3 xwişk can dabûn ku malbata wan ji bo karkeriya demsalî çûbûn Osmaniyeyê. Cenazeyê her sê xwişkan li Sîwêregê binax kirine. Li Edeneyê zarokekê kêmendam ê malbateke sûriyeyî, li Mereşê jî zarokekî 8 salî di cihokên avê de fetisîbûn.
(AO/FD)