Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Stenbolê, duhî wesayiteka zirxkirî ya polîsan li zarokekê ji Sûriyeyê yê bi navê Reşît Oso da. Zarok ji bo nexweşxaneyê hat birin lê li nexweşxaneyê mir.
Dema li Taxa Mahmût Şevket Paşayî zarokekî li kolanê dileyîst, wesayita polîsan lê daye.
Polîsan bi wesayita zirxkirî ya ku li pê li Osoyî dabû, ew bir nexweşxaneyê.
Termê Reşît Osoyî ji bo Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosnayê hat birin. Polîsan dora saziyê girt.(YY/MB)