Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li taxa Nûhî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Hakan Sarakê 5 salî dema li kolanê dileyîst tirimbêleka zirxkirî li wî daye.
Sarak bi dijwarî birîndar bûye û xizmên wî ew biriye Nexweşxaneya Cizîrê.
Piştî dermankirinê ew ji Nexweşxaneya Cizîrê ji bo Nexweşxaneya Êlihê hatiye şandin lê di rêya nexweşxaneyê de miriye.
Walîtîya Şirnexê daxuyanîyek daye û daye zanîn ‘’li ser mijarê lêpirsîn dewam dikin.’’
(EKN/MB)