Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Bûrsayê zarokekê 13 salî li ser dîwarê mala xwe “HDP” û “Selo” nivîsîye û çayçêkerek xêz kiriye, polîsan ji ber wan nivîsan ew desteser kiriye û paşê berdaye.
Li gor nûçeya sendika.org û Ajansa Mezopotamyayê polîsan ew zarok bi sietan li navenda polîsan hiştiye, ew hişyar kiriye û piştî malbata wî çûyî navenda polîsan ew bi hev re berdane.
Çima çayçêker?
Berbijarê serokkomariyê yê Partiya Gelan a Demopkratîk(HDP), Selahattîn Demirtaş ji 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê ve li Girtîgeha Edirneyê ye.
16ê Îlona 2017ê ji ber parvekirinên wî yên li ser hesabê wî yê Twîtterê hin rayedaran pirsîbû “gelo çawa girtîyek dikare peyaman parve bike?”
Karmendên girtîgehê jî ji bo dîtina telefonekê odeya Demirtaşî kontrol kiribû. Demirtaşî li ser vê yekê gotibû ew peyaman bi çayçêkera xwe dişîne.
Peyamên Demirtaşî endamên malbata wî û parêzerên wî jê distînin û li ser hesabê wî têne belavkirin.
(AS/MB)
Wêne: Aslı Alpar