ÊLİH
Zarokê 5 salî dema li malê bi tifingê lîstiye xwişka xwe kuştiye
Ekîbên tenduristiyê D.Ç. birine Nexweşxaneya Dewletê ya Sasonê û tevî hemû midaxeleyan ji mirinê nefilitiyê.
![Zarokê 5 salî dema li malê bi tifingê lîstiye xwişka xwe kuştiye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/027/original/sason.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Sasonê, navçeya Êlihê zarokê 5 salî dema bi tifinga nêçîrê ya bavê xwe lîstiye bi nezanî xwişka xwe ya 2 salî kuştiye.
Li gundê Yuvaliçaya serbi navçeyê Y.E.Ç. li malê dema bi tivinga nêçîrê ya bavê xwe dilîze, gule li xwişka wî dikeve û birîndar dibe.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê yên 112ê û cendirme çûne cihê bûyerê.
Ekîbên tenduristiyê D.Ç. birine Nexweşxaneya Dewletê ya Sasonê û tevî hemû midaxeleyan ji mirinê nefilitiyê.
(AO/AY)