Li navçeya Samandaga Hatayê, di atolyeyeke çakkirinê de têqîn çêbû û di encamê de zarokê 14 salî yê dihat xebitandin canê xwe ji dest da.
Li atolyeya li herêma Bucaqa Karaçayê ya li ser rêya Samandag-Antakyayê ye, di 8ê Îlonê de ji ber sedemeke ku hîn diyar nebûye teqînek pêk hat.
Zarokê ku di teqînê de bi giranî birîndar bû, şandin nexweşxaneyê lê tevî hemû midaxaleyan jî ji mirinê nefilitî.
Ji bo diyarkirina sedema bûyerê û berpirsyaran lêpirsîn hat destpêkirin.
Zarok dema dixebitin dimirin
Mirina zarokê 14 salî, xeteriyên ku zarok di jiyana xebatê de pê re rû bi rû dimînin careke din anî rojevê.
Li gorî daneyên Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG), ji sala 2013an heta Tîrmeha 2026an li Tirkiyeyê bi kêmanî 852 zarok di dema karkirinê de mirine. Ji zarokên ku mirine jê 730 kur, 122 jî keç bûn her weha 98 ji wan jî zarokên penaber an jî koçber bûn.
Li gorî daneyên Tîrmeha 2026an ên İSİGê, tenê di mehekê de bi kêmanî 12 zarok di karkirinê de mirine.
(NÖ/AY)
