Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kubra Çobana 14 salî li Rihayê, di dema pîrozbahiyên tûra duyem ên hilbiijartina Serokomariyê de, gule li sere wê ketibû. Çoban ji wê rojê heta niha, dihate dermankirin.
Li gorî nûçeya MAyê, Çoban li nexweşxaneyê can daye.
Di 28ê Gulanê de, piştî encamên tûra duyem ên hilbijartina Serokomariyê diyar bûn, li Taxa Eyupnebî ya navçeya Eyubiyeyê, encam hatin pîrozkirin. Di van pîrozbahiyan de gule hatin berdan. Yek ji van guleyan li sere Çobanê ket.
Ew 120 roj in li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Rihayê dihate dermankirin. Di nava vê demê de ew 3 caran emeliyat kirin.
Çoban wê îro bê binaxkirin.
Di heman pîrozbahiyan de li Rihayê gule li 5 kesan ketibû û Emîrhan Gergîlê 14 salî di 1ê Hezîranê de li nexweşxaneya lê dihate dermankirin miribû. (AS/FD)