Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê yasaya ku diyar dike zarok dê di 69 mehîya xwe da biçin dibistanan qebûl kiriye.
Ji beriya vê yasayê emrê destpêkirina dibistanê 66 meh bû. Emrê xwendina mecbûrî jî ji 6-13 salîyê bûye 6-14 salî.
Zarokên 68 mehî jî heke heke dibistan biryarê bide pêşketina wan bilez e dê bikarin dest bi pola/sinifa yekem bikin. Li gor rewşa zarokan dibistan dikarin biryarê bidin ku dema destpêkirina dibistanan ya zarokan bi paş da bidin.
(AO/MB)