Li hemberî pirsa dayikeke kurd a “Ez ê çawa bikarim zimanê dayikê fêrî zarokê xwe bikim?” qenala youtubeyê ya bi navê Şemamok hate vekirin.
Ji bo ku zarok bi hêsanî hînî kurdî bibin, li ser platforma dîmenan a dîjîtal youtubeyê qenala “Şemamokê” hate vekirin. Şemamoka ku li hemberî pirsa dayikeke kurd a “Ez ê çawa bikarim zimanê dayikê fêrî zarokê xwe bikim?” hate vekirin, bi zaravayê kurmancî xizmetê dide. Şemamok her wiha ji bo hînbûna kurdî ya zarokan alternatîfekê ava dike.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê tevî ku gelek qenalên Youtubeyê hene ku ji bo zarokan bi zimanên cuda naverokê hildiberînin jî, gelek qenalên ku naverokê bi kurdî hildiberînin nînin. Şemamok di heman demê de armanc dike ku kêmasiyên li vê qadê ji holê rake.
Armanca kanalê ew e ku bi anîmasyon, dîmenên rengîn û stranan fêrbûna kurdî hêsantir bike. Dikarin li ser vê youtube.com/@Semamokk lînkê xwe bigihînin qenala Şemamokê.
(EMK/AY)