Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şîrketeke Hong Kongî ya ku zanyariyên derbarê fenomenên medyaya civakî difiroşe zanyariyên 235 milyon bikarhênerên medyaya civakî aşkere kiriye. Comparitech, şîrketa lêkolînê ya navenda wê li Ingilistanê ye aşkere kiriye ku ev zanyarî yên bikarhênerên Instagram, TikTok û YouTube-ê ne. Li gorî daxuyaniyan zanyarî di 1ê Tebaxê de hatine aşkerekirin.
Bob Diachenko, rêveberê ekîba lêkolîna ewlehiya sîberê yê Comparitechê 3 kopiyên wekhev yên hatine aşkerekirin derxistiye holê.
Diyar bûye ku zanyariyên 190 milyon bikarhênerên Instagramê, 42 milyon bikarhênerên Tiktokê û 4 milyon bikarhênerên Google-ê hatine dizîn. Ji pêncan yekên bikarhêneran ku zanyariyên wan hatine bidestxistin jimareya telefonên wan û e-maîlên wan jî hatine dizîn. (HA/FD)