Meclisa Zanîngeha Rojava derbarê rewşa zanîngehê û pêvajoya perwerdeyê de daxuyaniyeke berfireh da. Meclisa Zanîngeha Rojavayê dest nîşan kir ku ew biryar bersiva daxwazên wan ên rewa nadin û ji rastiya akademîk, civakî û dîrokî ya herêmê bi temamî dûr in.
Zanîngeha Rojava ji Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê xwest ku taybetmendiya herêmê û Kurdîbûna Zanîngeha Rojavayê bi awayekî cidî li ber çavan bigire. Her wiha hat xwestin ku Zanîngeha Roajvayê di vê sala xwendinê de bi hemû statuya xwe wekî xwe bimîne.
Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê di 27ê Tebaxa 2026an de ji bo rewşa zimanê Kurdî li Rojavayê biryareke bi hejmar 2068/943 derxist.
Li gorî biryara navborî, xwendekar dê di hefteyê de 3 saetan bi Kurdî bixwînin. Ev biryar derfetê dide ku zimanê kurdî wekî zimanekî niştimanî li dibistanên fermî û taybet ên li deverên Kurdan bibe beşeke bernameya dersan.
Di çarçoveya ve biryarê de, xwendekar dikarin dersên zanistên civakî yên weke dîrok, cografya û felsefe bi erebî an jî kurdî bixwînin. Lêbelê dersên zanistî yên wekî bîrkarî/matematîk, fîzîk, kîmya û biyolojî dê bi zimanê Erebî bin. Piştî biryarê li dibistan û zanîngehên Rojavayê li dijî biryarê hikumeta Sûriyeyê çalakiyên xwendekar û dersdêran bê navber didomin.
Daxuyanî li avahiya zanîngehê li Qamişlo bi beşdariya xwendekar û mamosteyan, ji aliyê Hevseroka Zanîngeha Rojava Rojîn Oso û mamoste Xelîl Hisên ve hat xwendin.

Li Rojavayê çalakiyên xwendekaran ên ji bo zimanê kurdî berdewam dikin
Daxuyaniya Zanîngeha Rojava

"Di bin siya nîqaşên berdewam û pêşketinên çarenûsî yên têkildarî pêvajoya entagrasyonê û siberoja saziyên perwerdeyê li herêma me û di çarçoveya berpirsyariya me ya akademîk û exlaqî de ku her dem berjewendiya xwendekar û zarokên vê herêmê li pêş e; her wiha wek xwedîderketineke li rêça me ya akademîk ku kevirê bingehîn ê wê bi ked û xwêdana mamoste û xwendekarên me di nava deh salên têkoşîna berdewam de hatiye dayîn, Meclisa Zanîngeha Rojava xalên jêrîn bi raya giştî re parve dike:
- Em bi awayekî stratejîk tekez dikin ku em ji roja pêşîn ve bi pêvajoya entagrasyonê re bûn û hê jî li ser vê helwestê ne, me mehên derbasbûyî di amadekariyên herî cidî û berfireh de derbas kirin da ku xizmeta siberoja perwerdeya bilind bikin.
Lê belê piştî civîna dawîn a Meclisa Zanîngehê û nirxandina xwestekên tevahiya xwendekaran ji hêla meclisê ve, bi awayekî aşkera diyar bû ku biryarên ku ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê ve yên der barê Zanîngeha Rojava de hatine derxistin, bi tu awayî li hêviyên me nehatin û bersiva daxwazên me yên rewa nedan; bi taybetî ku ew biryar bi temamî ji rastiya akademîk, civakî û dîrokî ya herêma me dûr in.
Daxwazên me yên bingehîn:
Em ji Wezareta Xwendina Bilind dixwazin ku taybetmendiya herêma me û kurdîbûna Zanîngeha Rojava bi awayekî cidî li ber çavan bigire.
Divê zanîngeh di vê sala xwendinê de bi hemû statuya xwe ve wekî xwe bimîne, heya ku di encama diyalogan de formuleke lihevhatinê ya hevseng bê dîtin ku taybetmendiya me ya neteweyî, akademîk û çandî biparêze.
Garantîkirina ku tu beşek neyê girtin, ji ber ku ev beş hemû ji bo bersivdayîna pêdiviyeke civakî ya mezin, akademîk û jiyanî ya herêmê hatine avakirin.
Xwendekarên Kurd ev 12 sal e ku bi zimanê kurdî pewerdeya xwe dibînin, derbasbûn ji bo fakulte û zanîngehên erebî wê pir zehmet û pirsgirêk be.
Liberçavgirtina rewşa aborî û jiyanî ya giran a ku îro herêm tê re derbas dibe, lewma xwendekar û malbatên wan bi tu awayî nikarin bar û mesrefên giran ên xwendinê li parêzgehên din hilgirin.
Li ser vê bingeha neteweyî û akademîk, Meclisa Zanîngeha Rojava bi awayekî fermî radigihîne ku pêvajoya hevyazbariyê ya ku berê hatibû ragihandin, wê berdewam be, û encamên hevyazbariyê jî di demeke nêz de wê werin ragihandin. Her wiha, zanîngeh dê bêyî ku bi tu awayî paşve gavê biavêje, karên xwe yên îdarî û perwerdehiyê bidomîne, heta ku zanîngeheke taybet û xweser ji bo herêma me bê avakirin ku zimanê perwerdehiyê tê de duzimanî (kurdî-erebî) be, ligel parastina tam û bê şert a hemû beş û pisporiyan.
Di dawiyê de, ji bo me rûmetek e ku zanîngeha me jî bibe beşeke çalak û afirîner di nava sîstema xwendina bilind de li Sûriyeyê, lê pêwîst e ev sala li pêş me ji bo diyalogeke avaker û akademîk li ser siberoja zanîngehê bê veqetandin; di bin banê parastina maf û siberoja xwendekarên me û mamostayên me ku di nava deh salên borî de kedeke mezin dan û gelek zehmetî kişandin."
Li Rojavayê li dijî sînordarkirina kurdî gel dadikeve qadan
Li seranserê Rojavayê, ji bo şermezarkirina qedexekirin ango sînordarkirina zimanê Kurdî bangên xwenîşandan û çalakiyan hatin kirin.
Malbatên şehîdan, saziyên çandî û komên cuda yên civakê bangî xwendekar, malbat û hemû xelkê dikin ku îro dakevin kolanan.
Xelk li dijî hewldanên qedexekirin an jî sînordarkirina zimanê Kurdî ya di perwerdeyê de nerazîbûna xwe nîşan dide.

Li Rojavayê, Kurd li dijî biryara hikumeta Sûriyeyê a ji bo kurdî daketin qadan
"Zimanê dayîkê xeta me ya sor e"

Daxwaza sereke ya xwenîşanderan, parastina mafê xwendina bi zimanê dayîkê û redkirina wan biryaran e ku zimanê Kurdî li dibistanan sînordar dikin.
Beşdarên xwenîşandanan tekez dikin ku zimanê dayîkê xeta wan a sor e. Ew diyar dikin ku ew dê bi her awayî li dijî wan biryaran bisekinin ku dixwazin zimanê Kurdî ji qada perwerdeyê dûr bixin.
Bajaran ku dê çalakî lê bên lidarxistin
Tê çaverêkirin ku ev çalakî bibin bersiveke girseyî li hemberî wan qedexeyên ku vê dawiyê li ser zimanê Kurdî hatine sepandin.
Çalakî û xwenîşandan li bajarên wekî Qamişlo, Hisîça, Kobanî, Amûdê, Dêrik, Dirbêsî, Tirbespî û Girkê Legê tên lidarxistin.
*Çavkanî: ANHA, Rûdaw
(AY)




