Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Akademîsyena Zanîngeha Işikê, Prof. Dr. Neşe Yildiranê “danezana ez ê nebim şirîkê vî sûcî” îmze kiribû. Zanîngehê jê xwest ew ji biryara xwe poşman bibe, wê qebûl nekir ji karê xwe hat avêtin.
Li zanîngeha Işikê Alk. Doç. Dr. Sînan Bîrdal jî ji karê xwe hatibû avêtin.
Yildiranê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî peyamek nivîsî:
“Dîwana Birêvebir xwest ez ji biryara xwe poşman bibim ku min îmze avêtiye danezanê. Min ev yek qebûl nekir. Ez ji karê xwe yê li Zanîngeha Işikê hatim avêtin.
“Ez ê ji ber vê rewşê dozê vekim û naxwazim zêdetir şîroveyan bikim. “
Neşe Yildiran kî ye?
Wê li Zanîngeha Bogazîçîyê belşa dîroknasiyê qedand. Wê li Zanîngeha Mîmar Sînanî master û doktora kir.
Yildiranê li Zanîngeha Dogu Akdenîz û Yedîtepeyê kar kir. (BK/MB)