Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Koma Xebatê ya LGBTIyê ya Zanîngeha Bozaîçîyê eşkere kir bi maîlên fermî wan li hev kiribû lê zanîngeh dê pereyên ji bo bûrsê hatibû komkirin paşve vegerîne.
Komê eşkere kir ku ew xemgîn in.
Koma Xebatê ya LGBTIyê ya Zanîngeha Bozaîçîyê da zanîn ku ji beriya serokê nû yê zanîngehê bê şandin wan bi rêvebiriya berê li hev kiribû û bi mûhasebeya zanîngehê re karê standina bûrsê bi rê ve dibir lê bi hatina serokê nû rewş guheriye.
Çi bûbû?
Weqfa Zanîngeha Bogazîçîyê û Koma Xebatê ya LGBT+ê da zanîn ku ew ê îsal bûrsa Hande Kaderê bide xwendekarekê/î.
Komê eşkere kiribû Bûrsa Hande Kaderê dê 12 mehan bê dayin û her meh dê 500 Lîreyên Tirkan be.
Bixwîne - Zanîngeha Bogazîçîyê dê ji bo xwedekarên trans bûrsa Hande Kaderê bide
Serokatiya Zanîngeha Bogazîçîyê bi daxuyaniyeka nivîskî eşkere kir ku haya wan ji komkirina pereyan û dayina bûrsê nîne. Zanîngehê eşkere kir piştî belavbûna nûçeyê pere hatine komkirin û zanîngeh dê pereyan li xwediyên wan vegerîne.
Hande Kader kî ye?
Di sala 1993yê de li Rûhayê hatiye dinê. Karê seksê dikir. Di sala 1996ê de li tirimbêla mûşterîyekê xwe siwar bû û paşê bê ser û şûn bû. Di 12ê Tebaxa 2016ê de termê wê hat dîtin. Ji navtenga wê pê de hatibû şewitandin.(ÇT/MB)