Zafer Sarica: Em dixwazin li Herêmê jî vegantiyê belav bikin
Ev bernameya ku ji aliyê hin veganên li bajarên wek Îzmîrê hatine gel hevdû û xwe bi rêxistin kirine ve hatî lidarxistin; destpêkê de li Îzmîrê û derdorên wê festivala filman hatiye nîşandan.
Piştre jî ji sala borî ve li Amed, Mêrdîn û herî dawiyê jî li Wanê hat li dar xistin.
Hem li ser Çewliga Veganan û hem der barê mihrîcana kurtefilmê wê de me yek ji endamê bi Zafer Sarica re axivî.
Zafer Sarica destpêkê bal kişand ser rêxistina Çewliga Veganan û wiha got:
“Di tevahiya kurteya filman de mijara ku çawa mirov li ser kuştina ajalan hebûna xwe ava dike heye. Heywan di nav jiyana me de kirde nînin. Em jî hem di çewlika veganan de hem jî di van kurte filman de hewld didin li ser kirdebûna ajalan bisekinin. Em ferq û mêliyê têxin dêxin navbera ajalan de jî. Di navbera pisîk û çêlakan de çima ferq hebe qey.”

(WT)
Deng û rengê stranbêj Farûk Almaç
Ridvan Karaman: “SîneVan cihê xebata sînemeyê ya kollektîf e”
Axtamar û kulîlkên biharê
Koma Şîn û Şahiyê ya Stand-upê: Ji bo henekan çîrokên me kurdan gelek zêde ne
Pirtûkxaneya Beydebayê dibe nefesek ji pirtûkhezan re