Nîqaşên li ser budçeyê li Parlamentoyê berdewam dikin. Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Yusuf Tekin bersiv da rexneyên li ser kêmasiya perwerdehiya bi zimanê Kurdî.
Tekin diyar kir ku wan di dibistanan de ji bo fêrbûna nêzîkî 30 ziman û zaravayan derfet saz kiriye û li ser vê mijarê wiha axivî:
"Ji bo welatî kurdî fêr bibin me rêzeçalakiyek pêk anîn. Binêrin, niha, di bin banê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî de, heke daxwaz were kirin, welatiyên me dikarin Kurdî, Kurmancî û Zazakî jî di nav de nêzîkî 30 ziman û zaravayên ku dijîn, hilbijêrin û fêr bibin. Me ev yek pêk anîn. Her weha ji bo dersên kurdî me dersdêr jî tayîn kirin û em ê vê bidomîne.”
Derbarê pirsa 'We çend mamoste tayîn kirine?' de, ez dixwazim vê xalê tekez bikim û bang li parlementerê me yên rêzdar bikim: Ger hûn dixwazin em dersdêran tayîn bikin, divê hûn wisa bikin ku zarokên li herêmê Zazakî û Kurmancî hilbijêrin.”
Wezîr Tekin îdia kir ku ji bo ku daxwaza fêrbûnê nîne, pêwîst nehatiye dîtin ku di vî warî de tiştek bê kirin. Parlamenterên DEM Partiyê diyar kirin ku pergala heyî perwerdehiya bi zimanê Kurdî sînordar dike.
Tekin kursên taybet nişan da
Tekîn bi parlamenterên DEM Partiyê re nîqaş kir. Beritan Guneş Altin, Salîhe Aydeniz, Sabahat Erdogan Saritaş û Omer Faruk Hulaku mudaxele kirin û ji Tekin re gotin ku ji ber kêmbûna dersdêran di perwerdehiya bi zimanê Kurdî de li dibistanan astengî hene.
Lêbelê Tekin gotinên parlamenterên DEM Partiyê qebûl nekir û got, "Bi mîlyonan delîlên min hene." Tekin di berdewamiya axavtina xwe de îdia kir ku her kesê ku bixwaze dikare li derveyî dibistanê Kurdî fêr bibe:
"Binêre, niha, mafê her kesî heye ku dikare li derveyî dibistanên me kursên taybet veke û kurdî bide fêrkirin.
Wan teşwîq bikin, bila karsaz li wê derê qursên têkildarî Kurdî vekin. Ji ber vê yekê, ez bi rastî tohmeta we ya ku Hikûmet û Wezareta me dijminê Kurdî ye qebûl nakim, ji ber ku ev hemû hatine kirin. Ez amade me ku di her şert û mercî de vê yekê ji we re îspat bikim. Ji kerema xwe dema ku hûn berawird dikin, wê bi demên berê re bidin ber hev."
Beritan Guneş Altin ket navberê û got, "Hûn digirin; hê mehek berê cihekî li Amedê hate girtin."
(HA/AY)
