Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî hewildana derbekirinê heşt leşkerên Tirkiyeyê çûbûn Yûnanistanê polîsên wî welatî leşker girtibûn. Dadgeha Bilind a Yûnanistanê, daxwaza Tirkiyeyê ya şandina leşkerên girtî red kir.
Piştî ku Yûnanistanê daxwaza Tirkiyeyê ya şandina leşkeran qebûl nekir, Tirkiyeyê di 30ê Kanûna Paşiyê de daxwaza xwe dubare ji bo rayedarên wî welatî re şandibû.
Dadgeha Bilind a Yûnanistanê sê leşker dad kir û biryar da ku leşker dê ji bo Tirkiyeyê neyê şandin.
Çi bûbû?
Di 15ê tîrmehê de, dema hewildana derbekirinê hat kirin, helîkoptereka ku heşt leşkerên hewil dabûn derbeyê bikin dadabû ser axa Yûnanîstanê.
Wezîrê karên derve, Mevlûd Çavûşoglûyî li ser hesabê xwe nivîsîbû ku wan ji Yûnanîstanê daxwaza dayina wan leşkeran kiriye.
Serokerkaniya Leşkerî ya Yûnanîstanê diyar kiribû ku helîkoptereka leşkerî dadaye balafirgeheka wan û ew plan dikin demildest leşkeran teslîm bikin.(YY/MB)
Çavkanî: Sputnîk News, DHA