Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wêne: AA / Arşîv
Medyaya Yûnanîstanê ragihand ku ji 8 leşkerên di derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de çûbûn Yûnanîstanê, daxwaza penaberiyê ya 3 leşkeran nehatiye qebûlkirin.
Hevdîtinên ji bo 5 leşkerên dî dê di hefteya bê de bê dest pê kirin.
‘’Me hay jê nebû’’
Li gor nûçeya BBCyê leşkeran gotiye wan hay ji derbeya leşkerî nebûye. Heke ew li Tirkiyeyê bêne vegerandin îşkence dê li wan bê kirin.
Çi bûbû?
Di 15ê Tîrmehê, roja derbeyê de 8 leşkerên artêşa Tirkiyeyê bi helîkopterên Skowsky çûbûn Yûnanîstanê û daxwaza penaberiyê ji wî welatî kiribû.
Dadgeheka Yûnanîstanê ji ber bi kaçaxî çûna ser axa Yûnanîstanê ji bo her leşkerekî du meh cezayê mana di girtîgehê de dabû.
Tirkiyeyê daxwaza vegerandina leşkeran ji Yûnanîstanê kiribû. (YY/MB)