Wêne: AA
Serokwezîrê Yûnanistanê roja Yekşemê gotiye ew ê di kombûna Londonê de ji endamên din ên NATOyê bixwaze ku ji ber hewildanên Tirkiyê yên binpêkirina serweriya Yûnanistanê, piştgirîya wî welatî bikin.
Serokwezîr Kyriakos Mitsotakis balê kişandiye ser rêkeftina hefteya borî di navbera Tirkiyê û Lîbya de ji bo destîşankirina sînorên wan welatan di Deryaya Spî de.
Kyriakos Mitsotakis ji partiya desthilatdar a mihafazakar a Demokrasiya Nû re got ku NATO nikare bêdeng bimîne, dema endameka wê “bi awakî tund yaseya navnetewî binpê bike”.
Tê zanîn Başûrê Qibrisê, Yûnanistan û Misrê rêkeftina Tirkiyê û Lîbya şermezar kiribû.
Wezîrê derve yê Misrê Sameh Şukrî û yê Yûnanistanê Nikos Dendias îro li Qahîra paytext ev pirsgirêk gutûbêj kir.
(MB)
*Çavkanî: VOA Kurdî