Ji bo nûçeya Tirkî
Hevseroka Giştî yê HDPê Yuksekdag bang li parlementeran kir ku ji bo serlêdana Dadgeha Makezagonê îmze bidin.
Yuksekdag ragihand ku roja pêncşemê bi awayekî ferdî dê serî li Dadgeha Makezagonê bidin û got: ‘Îro li hemberî me koalîsyoneke sûcê heye. Kesên ku dibêjin ew qanûn li dijî makezagonê ye jî, bila ji bîr nekin ku ew jî hevparê vê sûcê ne.’
‘Eger 110 parlementer bikaribin îradeyeke demokratîk pêk bînin, em ê ji bo rawestandina vê derbeyê riyek vebikin.’
‘Koalîsyona Derbeyê’
Yuksekdag di axavtina xwe de wiha got: ‘3 partiyan wekî derbeya koalîsyonê ava bikin, qanûna ji bo rakirina parêzbendiyan erê kirin.’
Hukimeta Nû
‘Sîstema ku dixwazin ava bikin ji her aliyê ve têk diçe. Dê dawîya kabîneya nû û wezîrê ku hatiye vebuhtin jî wisa be. Tabloyeke hukimet û wezîrê kêm profîl li pêşberî me ye. Qet nebe duh serokwezîreke stajyer hebû, lê îro wezîrên beredayî-vala henê û serokwezîr nîne.
‘Duh kabîneyeke ku piştî hilbijartinan hatibû avakirin hebû, lê îro kabîneyeke ku hatiye vebuhtin û li ber deriyê qesrê di hîzayê de sekinîne heye.’
‘Ya ku îro heye, ne Lijneya Wezîran e, evdê li ber deriyên qesrê ne. Me vê siyasiya kêmprofîl û rêveberiya wê, weke meşrû qebûl nekir û em nakin jî.’
Krîza penaberan
Yuksekdag diyar kir ku bi dewletên Ewropayê re li ser penabreran ‘bazarkirina însanan’ tê kirin û wiha got: ‘Lê binêrin, îro dîsa pişta xwe dan Almanyayê û bi hukimeta wan re hevpeymanî kirin û di warê binpêkirina mafên mirovan de derketin asta herî bilind.’
‘Tu dewleteke Ewropayê ku van pişta xwe dayê, ji van re nabêje ‘ka hûn çi dikin’. Ji ber ku navbera wan de hevpeymayiyeke qirêj heye.’
(YY/YO)