Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê bi riya SESGISê beşdarê rûniştina doza ku 2. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê derbarê wê de vekirye bû.
Parêzerên Fîgen Yuksekdag, Parlementerê Wanê yê HDPê Adem Geverî û hevserokên Rêxistina HDPê ya Wanê Yakup Ataş û Gulistan Orhan beşdarê rûniştina dozê bûn.
“Yê ku betal kirine, mazbataya li ser kaxiz e”
Yuksekdag derbarê betalkirina parlementeriya wê de got: “Jinan min bijart, gel min bijart. Yê ku parlementeriya me betal bikin jî ew in.”
“Desthilatdariya ku nikare di nava sînorên siyasê de li hemberî me têbikoşe, bi darê dadgeriyê hewl didin me berteref û bêdeng bikin. Ti hukmê betalkirina parlamenteriya me nîn e. Biryareke siyasî û bêhiqûq e û li dijî teamulên siyasî ye. Armanca rastî ya hikûmetê ji vê biryarê tê fêhmkirin. Dixwaze HDPê ji meclîsê tesfiye bike. Ji ber ku ev biryar beriya referandûma 16ê Nîsanê hat dayîn, ev rastî derdikeve holê. Vê yekê jî bi destê dadgeriyê dike. Lewma baweriya bi dadgeriyê jî ji holê radike. Wê pêşî li van neheqî û planên tinekirina HDP'ê bê girtin.
“Mazbataya ku betal kirine, tenê kaxizek e. Yên ku wekîltî da me mirovên xizan in, mirovên ku ji hê sîstemê ve tenê tên hesibandin in. Em deng û vîna wan in, heta ku ew bixwazin wê parlamenteriya me jî dewam bike. Me heta roja îro tenê got demokrasî û aştî. Em ê her tim vê yekê bêjin.
“Li aliyê din, ev yek êrîşeke vekiriye li dijî vîna rêxistinbûyî ya jinan e. Zîhniyeta ku di jiyana rojane de jinan li malê, dibistanê, kargehan derdixîne derveyî jiyanê, hewl dide li meclîsê jî yekane hevseroka partiyekê derxîne derveyî siyasetê. Lê belê weke min got, yên em hilbijart; jin in, gel e. Yên ku wekîliya me ji destê me bigire jî ew in."
Parlementeriya wê hat betalkirin
Piştî ku derbarê Fîgen Yuksekdag de biryara mehkûmkirinê hat erêkirin, tezkereya serokwezîrtiyê li meclisê hat xwendin û parlementeriya wê hat betalkirin.
Yuksekdag di 13ê Sibatê de ji ber ku beşdarê merasîma endama MLKPê Yasemîn Çiftçi bûbû 10 sal ceza lê hatibû dayîn, 16.Daireya Cezayê ya Dadgeha Bilind wê cezayê di 2ê Mijdara 2016an de erê kiribû.
(NV/YO)