Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yuksekdag beşdarê bernameya televizyona Hayatin Sesiyê bû û derbarê mijarên rojevê de nirxandinan kirin.
Figen Yuksekdahê derbarê gelek mijaran de nirxandinên xwe anîn ziman.
‘Em dikarin wê meclisa ku dixwazin me jê derînin jî biparêzin’
Figen Yuksekdag wiha got: ‘Metna hevpar ya li dijî derbeyê hat amaedekirin, 4 partiyan wê metnê îmzekirn. Ji hêla îmzekirinê ti tereduteke me nebû û me îmze jî kir. Di navbera me û partiyên din de çiqas nakokî hebe jî li dijî derbekirinê helwesta me zelal e û li holê ye. Em dikarin wê meclisa ku dixwazin me jê derînin jî biparêzin.’
Yuksekdag got: ‘Me ji bang li serokomar kir ku li dijî derbekirinê divê diyalokê pêş bixe. Mesele çûn an neçûna qesrê nîn e. Cihê diyalokê meclis e. Yê li qesrê bi xwe bûye sedema wê derbekirinê û aliyên siyasî jî çûne wir. Meclisê bypass (betal-nekêr) kirin û niha jî lîderan gazî qesrê dike ku dilê wan xweş bike.
Mitînga CHPê
Yuksekdagê derbarê mitînga ku CHPê lidarxist de jî axivî û got: ‘AKPiyan dest nîşankirin ku dê beşdarê mitînga CHPê bibin. Ji ber wê yekê em beşdar nebûn. Li belê helwesta me ya li hemberî lidarxistina mitînga CHPê erênî bû. Gelek girîng e ku her kes li qadan azadiyê biparêze.’
Dibe ku hin aliyên din derbe bikin
Yuksekdagê wiha got: ‘Me dît ku girseyên ku li dijî derbekirinê derketine qadan, derbekirineke din bikin. Eger bo herkesê garantiya demokrasiyê neyê dayîn, ew kom û girseyana ber bi hêzeke derbekirinê ve xwe pêş bixin. Ti garantiyeke nîn e ku bi van kesên ku derketine qadan ve şereke navxweyî nekin. Lêbelê nabe ku hemû kesên ku derketine qadan weke alîgirên DAIŞê werin binavkirin.’
Rewşa ji bo derbekirinê
Yuksekdagê derbarê Gulen û OHALê de got: ‘Ji bo me rasterîkirin an nekirina Gulen ne girîng e. Ya girîng ew e ku derbekarên weke Gulen êdî di nav civakê de çênebin. Bi îlankirina OHALê pêkanîna her tiştî di hildane destên xwe. Erê îro tişteke nakin lê dibe ku siberojê de bikin.’
‘Polîs dibe aliyê siyasî’
Yuksekdagê di dawiya axavtina xwe de wiha got: ‘Artêşê bi temamî bi siyaseta sivîl ve girêdidin, saziya polêsan jî dikin aliyê siyasî. Bi ti awayî nabe ku artêş jî polês jî bibin aliyê siyasetê û bi vî awayî werin bikaranîn. Em ê di pêvajoya siberojê de li dijî helwesta derbekirinê zêdetir li qadan bin. Mitînga ku me li Stenbolê pêk anî perçeyeke ji wan mitîngên me bû.’
(YY/YO)