Hevseroka HDPê Fîgen Yuksedag li meclisê di komcivîna partiya xwe de axivî mekanîzmaya hewldana derbekirinê ji hêla AKPê ve tê meşandin.
Axavtina Yuksekdag bi vî rengî ye:
“Mekanîzmaya derbeyê pêk tînin’
‘’Mekanîzmaya darbeyê ya ku beriya niha bi salekê hatî avakirin niha sazkar e. Bi ser de jî, tişta ku darbekeran dixwestin bikin, ji wan zêdetir jî dikin.
“Ku hewldanana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê bi ser biketa, tişta ku wan jî nikarîbû bike desthilatdariya niha dike.
“Yasaya tûrikî ya ku îro hatî meclîsê jî yek ji van e. Bi qanûna tûrîkî bi temamî rejîma darbeya sivîl kirin. Tekane cihêtiya wê ya ji darbeya leşkerî ew e ku avaniya zagonçêkirinê hebûna xwe didomîne. Di nav leşkeran de tekane cihêyî ew e ku bi awayekî sembolîk hebûna saziya qanûnçêkirinê, ya meclîsê ye. Li Meclîsê zagonçêkirin, bi fermana Qesrê, bi awayê ku xwe dispêrê hişmendiya dîktayê berdewam e. Bi qanûna tûrikî ku dixwazin bînin, dixwazin qeyûman bînin ser şaredariyan ku ji mêj ve jêravaniya vê dihate amadekirin.’’
‘Bila kes ne li bendê be ku em serê xwe ji qeyûmê re bitewînin’
“Ev êrîşe dîrokî ye ku qebûlkirina vê ne pêkan e û bila kes ne li bendê be ku em serê xwe jê re bitewînin’’ û wiha pê de çû.
“Kesên ku hûn ê wan wekî qeyûmê tayin bikin, generalên darbekar ketibin çi halî, ew ê jî bikevin heman halî. Kesên ku li bajarên Kurd darbe kirin, hatin li Enqerê darbe ferz kirin. Qeyûmên ku hûn ê wan bişînin jî, çawa general têk çûbin û vegeriyabin ew ê jî wiha vegerin.’’
“Bêyî ku Colemerg û Şirnex ji statûya bajêr werin derxistin, Cizîr û Gever dikarin bikin bajar”
“Ên ku bi hilbijartinê bi ser nektin niha bi darbeyê dixwazin bi ser bikevin. Derxistina ji statûya bajarbûnê ya Şirnex û Colemergê jî wiha ye.
“Dixwazin gel li ser dubendiya bajêr û navçeyê bînin pêşberî hev. Li Colemerg û Şirnexê jî wekîlên AKP’ê nîn in. Astengiyên yasayî nîn in, bêyî ku Colemerg û Şirnex ji statûya bajêr werin derxistin, Cizîr û Gever dikarin bikin bajar.’’
“FETO, hûn bi xwe ne”
Bi hatina xapandin vê ji vê rewşê xilas nabin. Ev desthiladar wê hesabê hevkariya xwe ya bi darbekaran re bide. Li vir li wir li ‘Feto’yiyan’ negerin, Feto hûn in, hûn.”
“Yên ku dibêjin em hatine xapandin, nikarin me îkna bikin”
“Yên ku dibêjin em hatin xapandin 14 salan bi rêxistina Fetûllah Gulen re dixwazin têkiliyên xwe xilas bikin. Ne hikûmet tevahî 14 salan ew bi xwe hatin xapandin. Ne karîn me, yanî hêzên demokrasiyê bixapînin? Ne karî me bixapîne, lê ne hikûmet ew bi xwe xapiyan. Serokkomar dibêje 17-25ê Kanûnê hişê me anî serê me, em şiyar bûn. Dema ku mesele hate pere, ga mir hevkarî qediya. Heta wê gavê hevkariya wan a bi Gulen re diparastin. Tomarên vê yên bê hed û hesab hene. Heta wê gavê ti tişt nebû, dema ku kar hate rant û belavkirin wê demê ga mir, hevkarî qediya.”
(EKN/YO)