Li gorî Partiya Çep a Kesk a ku wê di bin navê Tifaqa Ked û Azadiyê de bikeve hilbijartinê, ji 490 namzetan 193 jin in. YSPyê li Amedê jî di lîsteya namzetiyê de cih daye 5 jinan.
Piştî ku lîsteya namzetan diyar bûn li gelek bajaran buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin.
Li Amedê bi beşdariya Parlementera Amedê Remziye Tosun û Başak Demirtaşê sêyemîn buroya hilbijartinê ya jinan li navçeya Rezanê hat vekirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevberdevkên Partiya Çapên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, endamên rêxistinên DBP û HDPê yên Amedê, Dayikên Aştiyê, Komeleya Roza ya Jinan, jî di nav de gelek kes bi coşeke mezin tevlî vekirina buroyê bûn.
Jinan bi cil û bergên xwe yên herêmî li ber bi def û zirneyê govend gerandin. Bi çepik û tililîyan gelek caran dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Der û dora buroyê bi pankartên Partiya Çep a Kesk hat xemilandin. Her wiha posterên Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin û Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin bi dîwarê buroyê ve hatin daliqandin.
Başak Demîrtaş: “Em ê bi ser bikevin”
*Başak Demîrtaş
Başak Demîrtaşê bi silavkirina Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mîzrakli yên li Girtîgeha Edîrneyê dest bi axaftina xwe kir, bang li gel kir û got, "Hûn çiqas bi coş, çiqas bedew, çiqas bi hêz in. Xwestin bi zindanan em paş de gav biavêjin, newerekî çêbibe lê bi ser neketin. Hevalên me li zindanan li ber xwe dan û li ber xwe didin. Gelê me jî xwedî li vîna xwe derket û têkoşîna xwe mezin kir. Qeyûm tayîn kirin, hevşaredar girtin, parlementer girtin û niha jî dixwazin HDPê bigrin. Lê partiya me biryareke rast wergirt,wê bi Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinê bibe. Em ê partiya xwe li ser medyaya dîjîtal belav bikin. Em ê partiya xwe mezin bikin û bi ser bikevin.”
Tosûn: “Êdî kêr gihiştiye hestiyê”
*Remziye Tosûn
Parlamentera HDPê Remziye Tosûnê jî bal kişand ser yekitiya jin û ciwanan û got: “Em di qonaxeke dijwar û giran re derbas dibin. Ji gelê me yê Baxlarê, hêviyên me yên mezin hene. Em 5 salan bi hev re xebitîn, namzetên me yên nû tên, divê her welatiyekî wekî wekîlekê bixebite. Pêwîstiya me bi yekîtiya jin, gelan û ciwanan heye. Li pêşiya me sedsala nû heye û em ê bi xebatê faşîzmê têk bibin. Êdî kêr gihiştiye hestiyê.”
Piştî axaftinan, bi çepik û tililiyan bi meşaleyên kesk û sor û zer vekirina buroyê pêk hat. Merasîma vekirinê bi stranên Koma Jin Mayê bi dawî bû. (RY/FD)