Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
HDP û Partiya Çepên Kesk, encamên civîna xwe ya hevbeş aşkere kiriye ku ji 10 xalan pêk hatiye.
Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Koordînasyona Navendî ya Partiya Çepên Kesk (YSP) duh (16ê Gulanê) civîneke çapemeniyê li dar xistibû.
Rêveberên herdû partiyan di civînê de pêvajoya hilbijartinê û encamên wê nirxandine.
Piştî civîn qediyaye, encamên civînê bi raya giştî re hatine parvekirin ku ji 10 xalan pêk hatiye.
HDP û YSPyê di daxuyaniya hevbeş de gotiye ku “Tevî zext, dek û dolaban jî gelekî girîng e ku Partiya Çepên Kesk bûye hêza sêyemîn a herî mezin li Parlamentoyê. Lê bele eşkere ye ku wan nekarîbû encama wan dixwest bidest bixin. Şert û merc çi dibin bila bibin em ê hîn xwe bihêz xwe bi rêxisitin bikin û ji bo serkeftineke hîn mezintir têkoşînê bidomînin.”
Daxuyaniya hevbeş bi van gotinan dewam kiriye:
“Lê belê pêvajoya hilbijartinê temam nebûye. Tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê wê di 28ê Gulanê de bê kirin. Li gorî kevneşopiya partiya me, her zemîn û derfetên ku tevkariyê li têkoşîna demokrasî û azadiyê bike, girîng e. Bêguman hilbijartin jî yek ji vî karî ye. Di dîroka me de çawa ku her hilbijartina neserkeftî bû biryardariya ji bo mezinkirina têkoşînê, ev pêvajo jî wê ji bo mezinkirina têkoşîn, berxwedan û rêxistiniyê bibe zemînek.
“Em ê faşîzmê lawaz bikin”
“Desthilatdariya AKP-MHPyê û Tifaqa Komarparêz bênavber êrîşî kurdan, jinan, ciwanan, bindestan, muxalefeta civakî û siyasî kir. Bi afirandina zext û tirsê konsepteke êrişê li dijî civakê xiste meriyetê. Armanca destpêkê ya vê konseptê jî timî partiyên me bû. Konseptên şer, planên têkbirinê, polîtîkayên red û înkarê yên heta niha bi biryardarî hatin têkbirin, rastiya me ya ji meş û têkoşîna bi biryar bi îradeya vî gelî hate afirandin.
“Di vê dema giran a têkoşînê de di serî de gelê kurd, hemû muxalîfên civakê bi rengekî girîng li ber xwe dan. Em careke din diyar dikin; em li vir in û xurt in. Ev fikir, ev kevneşopiya têkoşînê wê ti carî li paş nemîne. Em ê bi hêvî û bawerî, faşîzmê lawaz bikin, li Tirkiyeyê tifaqa herî berfireh a demokrasiyê ava bikin û têkoşîna xwe bi ser bixînin. Weke partiya sêyemîn a herî mezin a meclisê, çawa ku me nehişt rejîm di tûra destpêkê de bi ser bikeve, em bi biryar in ku di tûra duyemîn de têk bibin.
“Tûra duyem fersendeke”
“Pêvajoya hilbijartinê hîn neqediyaye. Bêyî ku bikeve nava reşbînî û bêhêvîtiyê, em dikarin di nava yanzdeh rojên bê de dawî li vê nebaşiyê bînin. Firsend di destê me de ye ku tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bikin encameke bêhempa û destpêkeke nû. Gelên me yên li welat û derveyî welat, rêxistinên me, dostên me divê têkoşîna li dijî faşîzmê ji dema piştî hilbijartinê re nehêlin, di tûra duyemîn de bêkêmasî dengê xwe bidin û sîleya dawî li faşîzmê bixin. Rexnedayîna me ya herî mezin a ji bo rexneyên hêja yên gelê me wê têkbirina rejîma yek şexsî be.” (TY/FD)