Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinê(YSK) lîsteya parlamenteriyê ya ji bo hilbijartina giştî ya ku wê di roja Yekşema 14ê Gulana 2023an de pêk were aşkere kiriye.
Li gorî lîsteyê: Partiya Yekitî û Edaletê li 47, Partiya Edaletê 67, Partiya Dad û Geşepêdanê 87, Partiya Anavatanê 63, BBP 87, CHP 80, Partiya Ciwanan 72, Partiya Yekîtiya Hêzê 59, Partiya Maf û Azadiyan 87, Partiya Rizgariya Gel 87, ÎYÎ Partî 78. , Partiya Memleket 87, Partiya Netewê 87, MHP 87, Partiya Rêya Netewî 49, Partiya Çep 87, Partiya Karkerên Tirkiyeyê 54, Tevgera Komunîst a Tirkiyeyê 87, Partiya Komunîst a Tirkiyeyê 87, Partiya Vatanê 87, Partiya Refahê 87, Partiya Nûjenîtiyê 74, Partiya Çep a Kesk li 87 herêman û Partiya Serkeftinê jî wê li 75 herêman beşdarî hilbijartinan bibin.
YSKyê lîste li ser malpera xwe ya înternetê weşandiye.
Li seranserê Tirkiyeyê 151 namzetên parlamenteriyê wê weke serbixwe beşdarî hilbijartinê bibe. (EMK/AY)