Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK), Sadi Guvenî encamên nefermî yên hilbijartina serokê/a Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê eşkere kiriye.
Guvenî bi daxuyanîyekê diyar kiriye ku Ekrem Îmamogluyî ji sedî 54,21ê dengan standiye. Bînalî Yildirimî jî ji sedî 44,99ê dengan standiye.
Ji sedî 84,5ê hilbijêrên Stenbolê dengê xwe daye.
Ekrem Îmamogluyî 4 milyon û 741 hezar û 868 deng standine. Binalî Yildirimî 3 milyon û 935 hezar û 453 deng standine.
Sadî Guvenî daye zanîn ku heta sibeyê siet 15.00ê partîyên sîyasî dikarin nerazîbûn û îtirazên ji bo hilbijartinê bikin.
Berbijarên dî: Necdet Gökçınarî 47 hezar û 829 deng standine. Mustafa İlker Yücelî 14 hezar û 545 deng standine.
(AS/MB)